Baqustanî ‘alim helbestvanekî kurd ê vê serdemê ye. Sê kurdî û şeş ‘erebî, bi tevahî neh berhemên wî hene ku nehatine çapkirin. Di vê xebatê de em ê li ser Mewlûdnameya wî rawestin. Di serî de bi kurtasî em ê li ser mêjûya mewlûdê û kevneşopiya wê di nava civaka kurdan de bisekinin. Paşê dîsa bi kurtasî em ê jiyana Mela ‘Eliyê Baqustanî peşkeş bikin. Di derbarê naverok û şeklî edebî yê Mewlûdnameya Baqustanî de hin agahî dê bêtin dayîn. Piştî hindê em ê li ser du nusxeyên wê yên destxet bisekinin. Dê transkirîpsiyona texstê orîjînal esas bête girtin û nusxeya duyem re bêteberawerdkirin. Lewra di navbera nusxeya helbestvan û ya Qoxî de cudahî hene. Di metnê transkirîpsiyonê ev herdû nusxe bi hûrgulî hatine berawirdkirin.


    Access

    Download


    Export, share and cite